Şanda PDK-Syê bi Serok Barzanî re civiya: Projeyên nû hene
Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ragihand ku hinek projeyên wan ên nû hene û ew dixwazin ofîsa xwe li Efrînê jî vekin.
Îro şandeke Partiya PDK-Syê bi Serok Mesûd Barzanî re civiya û rewşa PDK-Syê ya piştî kongreyê gotûbêj kirin.
Şanda PDK-Syê ji sekreterê wê Mihemed Îsmaîl û endamê Polîtburoyê û Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Niştîmanî ya wê partiyê Seîd Omer pêk hatibû.
Sekreterê PDK-Syê Mihemed Îsmaîl beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê wê hevdîtinê de axivî û got, girîngiya her hevdîtina bi Serok Mesûd Barzanî re heye û ew xemxarê welatê xwe ye.”
Mihemed Îsmaîl diyar kir ku di civînê de behsa rewşa navçeyê, pirsa Kurd û rewşa PDK-Syê ya piştî kongreya 12emîn û proje û xebatên partiyê hate kirin.
Derbarê rewşa partiya xwe de Mihemed Îsmaîl destnîşan kir ku PDK-S lawaz nebûye lê di waran de sistî çêbûye û got:
“Ji ber guhertina demografîk hejmareke zêde ya welatiyên me koçber bûn û gelek kadroyên partiyê jî belav bûn. Partiyê kadroke baş li her derê heye û alîgirên wê jî zêde ne. Li Sûriyeyê girîngiya partiyê heye.
Di nav rêxistinên me de hinek sisteyî çêbûye û welatiyên me jî gazindên xwe jê dikin.”
Mihemed Îsmaîl eşkere kir ku hinek guhertinên di warî siyasî û rêxistinbûna wan de dê hebin û wiha pê de çû:
“Di warê rêxistînî de me hinek proje hene ku em bikarin di karê xwe de çalak bibin. Em dê girîngiyê bi ciwan û jina bidin û pêwîstiya me bi wan heye.
Em dê aliyê ragihandinê de jî li gor rewşa niha û globalîzmê xwe hinek din bihêztir bikin.
Di warî siyasî de jî jixwe helwesta me diyar e û ti guhertineke zêde nîne. Nêrîna me ya siyasî heye û cihê me heye û ew cihê ku em niha lê ne kesî em mecbûrî wê nekirine û em bi îradeya xwe li wê derê ne.”
Îsmaîl da zanîn ku piştî ku ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) desteyeke rêvebiriya hat destnîşan kir dê serokekî nû jî jê re were hilbijartin.
Sekreterê PDK-Syê Mihemed Îsmaîl herwiha diyar kir ku ew dixwazin ofîsa partiya xwe li bajarê Efrînê jî vekin û got:
“Piştî erdheja dema Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî gihişt û vejînek û rihek hat li ser gelê me yê wê derê me jî got ku em li wê derê ofîsa xwe vekin. Hinek aliyên Îtilafa Sûriyeyê razî dibe lê hine aliyên wê jî nerazî ye.
Herwiha bandora dewlata Tirkiyeyê jî heye. Niha em li pey derfetekî ne ku ofîsa xwe vekin. Heta niha rê nadin em ofîsa xwe vekin.
Derbarê peywendiyên ligel berpirsên Rêveberiya Xweser de jî Mihemed Îsmaîl eşkere kir ku niha ti peywendiyên wan nîne got, “Heta welateke weke Amerîka yan jî Fransayê nekeve dewrê danûstandin dest pê nakin.”
Rudaw
