• Wednesday, 18 February 2026
logo

5 roj in daristanên navçeya Kexî ya Çewlîgê dişewitin

Gulan Media August 13, 2023 Nûçe
5 roj in daristanên navçeya Kexî ya Çewlîgê dişewitin

Pênc roj in daristanên navçeya Kexî ya Çewlîgê dişewitin. Welatî daxwaza firokeyên vemirandinê dikin.

Pênc roj berê nêzîkî navçeya Kexî ya Çewlîgê, ji ber sedemê naye zanîn şewatek derket. Welatiyan bi derfetên xwe hewl dan ku vemirînin, lê ji ber asebûna cografya û kêmbûna derfetan nekarîn agir vemirînin.

Berdevkê Yekîtiya Komeleyên Kexî dibêje, şewat li devereke asê derketiye û bi destê mirovan naye vemirandin, pêwîstî bi firokeyên vemirandinê heye.

Her wiha got, desthilat cudahiyê dixe di navbera cografyayê û ti girîngiyekê nade li daristanên Kexî û Çewlîgê.

 

K24

Top