Malbat daxwaza azadkirina zarokên xwe ji PKKê dikin
Ligor raporta Kurdistan24ê Serokê Giştî yê ÎHDê Ozturk Turkdogan di destpêka civînê de axivî û gotiye; "Ev mijar ne xema dewleta tû îqtidarê ye. Turkdogan bang li PKKê kir û got; "Em hiqûqa mirovî bi bîra PKKê tînin û em dibêjin bila ew polîs û leşkerên ku derdest kirine berdin.”
Ozturk Turkdogan-Serokê ÎHDê, got:"Ez bangî desthilat û raya giştî ya Tirkîyeyê dikim bila çi ji destê wan tê bikin. Helbet ez careke din bangî PKKê jî dikim ku, em mirovên mafparêz dixwazin ku ew leşker û polîs bên azadkirin. Di vî warî da em bo hemû hewlan amade ne û dîsa em amade ne ku wan kesan teslîm bigrin."
Malbat û dayîkên dilşewat ku ev 4 sal in zarokên xwe nedîtine û ji wan xeber nestandine bang li PKK û dewletê dikin ku ew lihev bikin û zarokên wan bê berdan.
Songul Altintaş-dayîka leşker Mevlut Altintaş, got:"Zarokên me berdin, bes e êdî. Ma sûcê zarokên me çî ye? Zarokên me bi kê çi kirine? Çek di desta da nebûye, li kesî nexistine. Bes e êdî em çi bikin. Em mane hesreta zarokên xwe. Em bangê PKK û dewletê dikin bila zarokên me berdin. Sûcê zarên me tune ye. Êdî di nav xwe da lihev bikin û zarokên me berdin."
Dayîka polîs Vedat, got:"Ez lawê xwe dixwazim. Lawê min Vedat Kaya polîs e û 4 sal e ku girtî ye. Ez dixwazim zarokê min bên berdan. Bes e êdî, ez êdî nema radigirim. Ez nikarim…"
Beyhan Çarkçi-xwişka leşker Mevlut Kahvecî, dibêje:"Ev 3 sal in ne tenê birayê min, em jî pê ra êsîr in. Ne cejna me cejn e, ne remezana me remezan e. Jîyan bo me bûye jehr. Yanê em najîn. Ka sûcê birayê min çi ye? Em tenê dixwazin birayê min bi sax û silametî vegere mala xwe."
Piştî daxuyanîya li ÎHDê, li gel rayedarên komeleyê malbat çûn parlamena Tirkîyeyê û li gel Serokwekîlên Koma AKP, CHP û HDPê hevdîtinan pêk anîn û ji wan xwestin ku êdî parlamen bikeve dewrê û zarokên wan bi silametî bo wan bê vegerandin. Li alîyê din malbat herçiqas daxwaza hevdîtina li gel wezîrê karên navxweyî kiribin jî wezaret hêj tu bersiveke nedaye wan.
Basnews
