• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serê Kaniyê: Cendirmeyên Tirkiyeyê ciwanek kuşt

Gulan Media August 12, 2023 Nûçe
Serê Kaniyê: Cendirmeyên Tirkiyeyê ciwanek kuşt

 Li Serê Kaniyê dema ku ciwanekî Sûriyeyî xwestiye derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibe, cendirmeyên Tirkiyeyê gule lê reşandin.

Li gor Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, dema ku ciwanekî Sûriyeyî xwestiye derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibe, cendirmeyên Tirkiyeyê yên li ser sînor gule lê reşandine.

SOHRê diyar kir ku ew ciwan xelkê bajarokê Şihêlê yê Dêrezorê ye û bi guleya cendirmeyan canê xwe ji dest daye.

Li gor heman çavkaniyê, ji destpêka 2023an ve 17 sivîlên Sûriyeyî dema ku xwestine derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin ji aliyê cendirmeyên li ser sînor ve hatine kuştin.

Herwiha 28 kesên din jî birîndar bûne ku di nav wan de 3 jin û zarokek jî hene.

 

Rudaw

Top