• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Fuad Masûm kir

Gulan Media August 12, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Fuad Masûm kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Serokomarê berê yê Iraqê Fuad Masûm kir û ji ber koça dawî ya hevjîna wî, sersaxî jê re xwest.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Birêz Dr. Fuad Masûm

Bi xemgîniyê ve, min agahiya koça dawî ya hevjîna cenabê we, rehmetî Rûnak Ebdulwahîd bihîst.

Ez sersaxiyê li malbata cenabê we dikim û ez xwe hevbeşê xema we dizanim.

Xwedayê dilovan, giyanê wê bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide we.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Top