Deryaya Egeyê bi 3,9 pileyan hejiya
Li Deryaya Egeyê di demjimêr 07.25an de bi hêza 3,9an pileyan erd hejiya.
Li gor agahiyên li ser malpera Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) erdhejeke bi hêza 3,9an pileyan ku navenda wê Deryaya Egeyê bû, çêbû.
Hat diyarkirin ku erdhej 11 kîlometreyan di binê erdê de çêbûye.
Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê jî hêza erdhejê wek 3,8 pile ragihand.
Rudaw
