• Friday, 13 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî teqînên Kerkûkê şermezar kir

Nêçîrvan Barzanî teqînên Kerkûkê şermezar kir
Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de teqînên şeva bihorî yên Kerkûkê şermezar kir û ragihand, “berdewamî û berfirehbûna karên terorîstî li navçeyên Kerkûk û derdora wê, amajeyên tirsnak in ji bo aktîvbûna terorê û hewlên alozkirina rewşa wan navçeyan.”



Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê da ku dilê wan li cem kesûkarê şehîd û qurbaniyan e û ji Xwedayê mezin xwest ku sebrê bide wan.



Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê herwiha got jî, “hemû saziyên pizîşkî yên Herêma Kurdistanê vekirî ne û amade ne bo her core alîkariyekê.”



Nêçîrvan Barzanî daxwaz dike ku terorîst û encamderên wan teqînan bêne dîtin û bêze cezakirin û dibêje: “Di demekê de ku em bi tundî vê tawankariya tirsinokî şermezar dikin, em daxwaz dikin ku alîkariyên peywendîdar terorîstan bibînin û wan ceza bikin.”



Jibo rûbirûbûn û nehîştina hewlên terorîstî yên weke teqînên şeva bihorî li Kerkûkê, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwîstiya hjebûna hemahengî û hevkariyên bêtir di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike û dibêje: “Rûbirûbûna wan hewlên terorîstî pêwîstî bi hevkarî û hemahengiya bêtir a aliyên peywendîdar ên hikûmeta Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê heye, herdu alî divê bi ciddî kar li ser vê yekê bikin.”

Rudaw
Top