• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Meletiyê bi hêza 5.3 pile û Li Çewligê bi hêza 4.3 erdhej rûda

Gulan Media August 11, 2023 Nûçe
Li Meletiyê bi hêza 5.3 pile û Li Çewligê bi hêza 4.3 erdhej rûda

 Li navçeya Yeşîlyurt ya ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 5.3 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Yeşîlyurt ya ser bi parêzgeha Meletiyê, bi hêza 5.3 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 20:48 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Îro li navçeya Hênê ya ser bi parêzgeha Diyarbekirê jî bi hêza 4,2 pile erdhej rûdabû.

Li gorî agahiyên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD), li navçeya Hênê ya ser bi parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,2 pile erdhej rûda.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 15:25 xulekan de û 16.81 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

K24

Li navçeya Kanîreş a ser bi parêzgeha  Çewligê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.3 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Kanîreş a ser bi parêzgeha Çewligê, bi hêza 4.3 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 04:55 xulekan de û 7.43 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Duh jî li navçeya Yeşîlyurt a ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 5.3 rûda.

Her wiha li navçeya Hênê ya ser bi parêzgeha Diyarbekirê jî bi hêza 4,2 pile erdhej rûdabû.

 

Basnews

Top