• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kongresmanekî Amerîkî: Em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin

Gulan Media August 11, 2023 Nûçe
Kongresmanekî Amerîkî: Em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin

Kongresmanê Amerîkî Andy Barr ragihand, pêwendiya wan a stratejîk ligel Herêma Kurdistanê heye û ew dixwazin pêwendiyên xwe ji aliyê aborî û ewlehiyê ve ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin ji bo parastina asayîşa navçeyê.

Andy Barr ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em vê pêwendiya xwe ya stratejîk û aborî ya girîng ku ligel Herêma Kurdistanê heye, bilind dinirxînin, em dizanin çendîn astengî û gef li navçeyê û Asyaya Navîn bi giştî hene, di navbera Rûsya û Partiya Komunîst a Çînê de, her wiha rikaberiyeke stratejîk jî di navbera Amerîka û Çînê de heye, loma girîng e ku welatên Asyaya Navîn pêwendiyên wan ên bihêz ligel Amerîkayê hebe.”

Barr diyar kir: “Fikr û ramanên me ligel xelkê Kurdistanê ye û çavê me li wê yekê ye ku em pêwendiyên xwe ji aliyê aborî û ewlehiyê ve ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin, da ku em dilniyayiya wê yekê bidin ku grûp û hêzên çekdar ên ser bi welatan seqamgiriya welat xerab nekin.”

Top