• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Fransayê di mala astengdaran de şewat derket; 11 kes mirin

Gulan Media August 10, 2023 Nûçe
Li Fransayê di mala astengdaran de şewat derket; 11 kes mirin

 Li herêma Alsas ya Franayê di mala havînî ya ku astengdar û perestar û kesên li wan dinêrin lê dimînin de şewat derket, 11 kesên ku tê de asê man jîyana xwe ji dest dan

Li gor daxuyaniya parêzgeriya Haut-Rhin ya li Fransayê, li bajarê Colmar ê li herêmê, li malên havînî yên wargeha Wintzenheimê şewat derket. Tîmên agirkuj demek kurt de geheştin cîhê bûyerê û 17 kes ji cîhê bûyerê derxistin û agir kontrol kirin.

Cîgirê parêzger Nathalie Kielwasser jî ragehand, 11 kesên ku di nav agir de asê mabûn jiyana xwe ji dest dan û gehandine termên wan 11 kesan.

Herwaha kesekî ku ji agir bi bandor bibû jî gehandin nexwaşxaneya beşa lezgîn a li herêmê.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî li ser tora xwe ya civakî Twitter bi navê xwe yê nê X de sersaxî ji bo malbatên ku kesûkar û merivên xwe ji dest dane kir.

 

 

Basnews

Top