• Wednesday, 18 February 2026
logo

Grûpên çekdar gundekî Eyn Îsayê topbaran kir: 3 kesan canê xwe ji dest da

Gulan Media August 10, 2023 Nûçe
Grûpên çekdar gundekî Eyn Îsayê topbaran kir: 3 kesan canê xwe ji dest da

 Çekdarên grûpên ser bi Tirkiyeyê ve, gundekî rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

Grûpên çekdar gundê El Şirkêyê yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir û ji malbatekê 3 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di topbaranê de birîndar bûbûn birin Nexweşxaneya Reqayê.

Ji Çiriya Pêşîn a 2019an ve, Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve li Eyn Îsayê 5 komkujî pêk anîne.

Di van komkujiyan de bi dehan welatiyan canê xwe ji dest daye û bi dehan welatî jî birîndar bûne.

 

Rudaw

Top