• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rewşa abûrî dibe sedema hilweşandina rejîma Îranê

Gulan Media August 9, 2023 Nûçe
Rewşa abûrî dibe sedema hilweşandina rejîma Îranê

Rayedarekî berê yê Îranê dibêje rejîm dibin metirsiya hilweşînê deye.

Rewşa abûrî li Îranê ewqas xirab û aloze ku, welatiyên Îranî bêzar bûne, giranî û bêkarî jî bêhna xelkê Îranê çikandiye û di vê derbarê de jî rayedarekî berê yê Îranê huşdarî dide û dibêje rejîm di bin metirsiya hilweşînê deye.

Serokê berê yê bernameya bûdce û herwiha Cîgirê berê yê Serokkomarê Îranê Mesûd Roxenî Zencanî ragihandiye ku, rejîma Îranê ji aliyê hêzên derve nayê hilweşandin û jinav birin belku, rejîma Îranê jiber rewşa abûrî ji aliyê xelkê Îranê ve tê hilweşandin.

Zencanî diyar kiriye ku, rewşa heyî ya abûrî li Îranê wisa berdewam nabe û eger çareseriyên lezgîn jê re neyên dîtin û rewş neyê başkirin vê di pêşerojeke nêz de rejîm jiber rewşa abûrî were hilweşandin.

Top