• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbayî li Mihemed Hacî Mehmûd kir

Gulan Media August 9, 2023 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbayî li Mihemed Hacî Mehmûd kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya çil û heftemîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd û endam û alîgirên partiyê dike.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye: “Rêz û hurmeta min ji bo xebat û qurbanîdana we û partiya we ya li tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de heye.”

Serok Barzanî her wiha dibêje: “Hêvîdar im bi hîmeta hemû aliyek kar ji bo parastina destkeftên gelê Kurdistanê bê kirin û Kurdistan li ser astengî û gefan da bi ser bikeve.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Kak Mihemed Hacî Mehmûd Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê.

Bi boneya çil û heftemîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdayetî û hemû endam û alîgirên Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê dikim.

Di vê bîranînê de rêz û hurmeta min ji bo xebat û qurbanîdana we û partiya we ya li tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de heye û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim. Hêvîdar im bi hîmeta hemû aliyek kar ji bo parastina destkeftên gelê Kurdistanê bê kirin û Kurdistan li ser astengî û gefan da bi ser bikeve.

Mesûd Barzanî

8ê Tebaxa 2023an

 

Basnews

Top