• Friday, 13 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya ji bo raya giştî

Peyama Serok Barzanî ya ji bo raya giştî
Serok Barzanî destnîşankir, ku di herêmên Kurdistanî derveyî Îdareya herêma Kurdistanê de, şewitandina zeviyên Kurdan wekî tewanek mezin û zordariyek eşkere binav kir.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şewitandina dexl û danên hemwelatiyên Kurd li navçeyên maddeya 140 û her wiha kuştin û azardan û birîndarkirina xelkê Kurd li wan navçeyan da ku ev demeke bûye diyarde û rojane tê encamdan, tawanekî mezine û zulmekî eşkereye li hemwelatiyên bêtawanê Kurd tê kirin.

Ewê li van navçeyan tê jiyandin binpêkirina yasa û destûr û bihayên mirovayetiyê ye û zengê metirsiyê ye jî ji bo jiyana xelk û paşaroja wan navçeyan. Ev zulma ku rojane tê kirin, sizadan û hilkişandina xelke ji ser nasnameya neteweyî.

Sepandina vê rewşê li ser cotyaran û xelkê sivîlê wan navçeyan bi tu awayekî nayê qebulkirin û pêwîste civaka navdewletî û aliyên peywendîdar li ser vê rewşa neasayî bêne deng û Hikûmeta Iraqê jî divê berpirsiyariyê hilbigrê û dawî bi wê sîtem û yasa şikandinê bîne ku li navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdara Herêma Kurdistanê li dijî hemwelatiyên Kurd tê encamdan.

Mesûd Barzanî
30.05.2019
Top