HSDyê û grûpên çekdar li hev kir
Bi navbeynkariya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), tîmên çakkirinê derbasî Wêstgeha Elokê bûn û di demeke nêzîk de av ji bo Hesekê û Til Temirê tê berdan.
Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ji ber qutkirina ava Wêstgeha Elokê ji aliyê Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve, xelk rastî astengî û zehmetiyan tê.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyeyê yên di bin kontrola Tirkiyeyê de li ser berdana ava Wêstgeha Elokê li hev kir.
Li gorî zanyariyan berpirsên UNICEFê navbênkarî di navbera HSDyê û grûpên çekdar yên di kontrola Tirkiyeyê de kiriye ku li ser ava Wêstgeha Elokê li hev bikin.
Li gorî lihevkirinê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dê ji Dirbêsiyê 6 megawat elektirkê bide Wêstgeha Elokê da ku av ji wê wêstgehê ji bo Heseke û Til Temirê bê berdan.
Tîmên çakkirinê derbasî Wêstgeha Elokê bûn û piştî çakkirina wêstgehê, dê ev wêstgeh 3 rojan wekî testkirinê bixebite.
Biryar e piştî teskirinê av ji Heseke û Til Temirê re bê berdan.
Zêdetirî milyonek welatiyên Heseke û Til Temirê li ser ava Wêstgeha Elokê dijîn.
Piştî dagîrkirina Serê Kaniyê, Wêstgeha Elokê ketiye destê hêzên Tirkiyeyê û çekdarên opozisyona Sûriyê.
Ji dawîya sala 2019an ve, derdora 40 carî av bi temamî li ser Hesekê, Til Temir û gundewarên wan û 3 kampên koçberan hatiye birîn.
Rudaw
