• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Efrînê kampên ji Erebên hawirde re têne çêkirin roj bi roj zêdetir dibin

Gulan Media August 8, 2023 Nûçe
Li Efrînê kampên ji Erebên hawirde re têne çêkirin roj bi roj zêdetir dibin

 Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hejmara kamp û komelgehên niştecîbûnê gelekî zêde bûye û kesên ku di wan cihan de têne bicihkirin hemû Ereb û Tirkmen in.

Li herêma Efrînê kampên ku ji Ereb û Tirkmenên hawirde re têne çêkirin roj bi roj zêdetir dibin.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên ji Efrînê wergirtine:

Li nahiyeya Mabatayê 10 kamp hene, 875 malbatên hawirde di wan de bi cih bûne.
Li nahiyeya Bilbilê 4 kamp hene û 450 malbat di wan de bicih bûne.
Li nahiyeya Şerayê 7 kamp û komelgeh hene.
Li 3 komelgehan ji Ereb û Tirkmenên hawirde re 1600 xanî hatine avakirin. 
Rêxistinên Filestînî, Kuweytî û Qeterî 8 komelgeh ava kirine.
“Efrîn bûye cihê hawirdeyan”

Akademisiyan û siyasetmedarê ji Efrînê Dr. Welîd Şêxoyê ku herêmê bi hûrgilî dişopîne ji Rûdawê re got:

“Bi rastî bajarê Efrînê û derdora wê bi temamî bûne kamp û komelgehên hawirdeyan. Roj bi roj hejmara wan zêdetir jî dibe. Herwiha guhertina demografîk jî berdewam e û heta niha kesî li ber vê yekê dengê xwe dernexistiye.”

Li gorî çavkaniyên ku ji herêmê ji Rûdawê re axivîne, ji bilî kamp û komelgehan, li tevahiya bajar, bajarok û gundên herêma Efrînê, çekdarên di kontrola Tirkiyeyê de, Ereb û Tirkmenên hawirde li malên Kurdên ku hatine derkirin têne bicihkirin.

Li gorî heman çavkaniyan, li hin gundên herêmê, hejmara Ereb û Tirkmenên hawirde ji hejmara nişteciyên resen ên Kurd zêdetir bûye.

 

Rudaw

Top