Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi 4 hezar û 500 zarokî re otîzm heye
Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 4 hezar û 500 zarokên tûşbûyên otîzmê hene.
Bijîşkê pisporê otîzmê Barzan Silêman berî niha ji Rûdawê re ragihandibû ku derbarê hejmara tûşbûyên otîzmê yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ti amarên fermî nînin lê hinek texmîn hene.
Bi gotina Barzan Silêman, li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji 3 hezar û 500 heta 4 hezar û 500 zarokî re otîzm heye.
Li temamiya Sûriyeyê jî bi 40 hezar heta 50 hezar zarokî re otîzm heye.
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rêjeya otîzmê ji sala 2011yan ve berawird bi salên berî wê bilindtir bûye.
Bi gotina pisporan sedema sereke ya vê yekê jî psîkolojî ye lê sedemên zikmakî û jîngehê jî hene.
Rudaw
