• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şandeke Iraqî bo danûstandinên dualî diçe Washingtonê

Gulan Media August 8, 2023 Nûçe
Şandeke Iraqî bo danûstandinên dualî diçe Washingtonê

 Al Hurra Kenala Mediya Amerîka ku weşanda xwe bi zimanê Erebî dike û bingeha wê li wîlayeta Virginia ye, raginad ku şandeke Îraqê tê Pentagon ji bo danûstandinên dualî.

Berpirsekî Wezareta Berevaniyaa Amerîkayê (Pentagon)ê îro Duşemê ji nûçegihanê Al Hurra re ragihand, ku danûstandinên Amerîka û Iraqê ku biryar e li baregeha wezaretê were lidarxistin, gotûbêj dê li ser hevkariya ewlehiyê ya dualî û paşeroja Iraqê de be. Herwiha man û hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê, û şêwazê mana wan hêzan li Îraqê li derveyî çarçoveya şer û têkoşîna li dij rêxistina tundrê 'DAIŞ'ê.

Rayedar diyar kir ku danûstandin wê du rojan dewam bikin. 

Ajansa nûçeyan a Îraqî "INA" ji zarê Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Iraqê Yehya Resûl îro Duşemê ragihand ku şandeke di asta bilinde bi serokatiya Wezîrê Berevaniya Iraqê, Thabet Mihemed El Abbasî, dest bi serdana xwe ya Amerîkayê kirî ye.

Resûl da zanîn ku şanda Îraqê ji Wezareta Berevaniya Amerîkayê vexwendnameya fermî wergirtiye, û di nava şandê de, Serokê Saziya Dijî Terorê Ebdulwehab El Saadî, Serfermandarê Giştî yê Artêşê Ebdulemîr Reşîd Yarallah jî hene. Zêdebarî her yek ji cîgirê fermandarê operasyonên hevbeş, Qais El Mihemedawî, û hejmarek ji şêwirmend û efseran di şandê de cî digirin.

Wî bal kişande ser naveroka mijarên serdana şanda han û got ku dê çendîn hevdîtinan pêkbîne, li ser komek babetan gotûbêjan bikin û di serî de jî "pêwendiyên paşerojê yên amadebûna hevpeymaniya navdewletî, hevkariyên dualî yên ewlehiyê yên di navbera Iraq û Amerîka û danûstandina bi ezmûn û agahî, bi taybetî di aliyê îstixbaratî de di şopandina hêmanên mayî yên DAIŞê de."

Ajansa INA ya Îraqî dide zanîn ku şanda Îraqê ya ku serdana Washingtonê dike, bi serokatiya Wezîrê Berevaniyê Thabet Mihmed Al Abbasi ye.

 

Basnews

Top