Li Fasê mînîbusek di gelî de çû xwarê: 24 kes mirin
Li parêzgeha Azîlal yê Fasê ango Maroko mînîbusa ku rêwî dibirin sûkê, ji ber ku nekarî bizivire, di bilindahiya bi metreyan de, kete gelî û di encama bûyerê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li beşa navendî ya parêzgeha Azîlal ya Fasê, mînîbuseke di bilindahiyeke çend metreyî de li gelî de çû xwarê. Di bûyerê de 24 rêwiyên di mînîbusê de jiyana xwe ji dest dan.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Fasê MAP ku nûçeyê bi rayedarên herêmî ve girê dide, mînîbusa ku rêwî vediguhestin bazara bajarê Demnat ya li parêzgeha Azîlal, nekarî çepê bizivire û di gelî de çû xwarê. Herwaha di bûyerê de jî 24 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragehandin di bûyerê de hejmareke zêde rêwî birîndar bûn û rayedaran jî di bin çavdêriya dozgeriyê de, derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpê kirin.
Basnews
