PDK: YNK rêkeftin binpê kir
Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed, li ser beşdarnebûna fraksîyona Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di civîna îro ya parlamenoya Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniya berdevkê PDKê de hatiye gotin ku YNKê bi vê helwesta xwe rêkeftina di navbera herdu partiyan de binpê kir.
Berdevkê PDKê eşkere kir ku şeva borî saet 10.00an, serkirdayetiya YNKê 3 navên nû şandin wek kandîn bo parêzgeriya Kerkûkê ku ev jî pêşîlêkirina rêkeftinê û wan sozan e ku hatine dayîn.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “YNKê pişta xwe da rêkeftinan û hewlên wan ên demkuştinê di çend mehên borî de wê gumanê durist dike ku armanca wan her ji destpêkê ve gîrokirina proseya siyasî û ji karxistina wê proseyê bû ku negihije armancê.”
Herwiha di daxuyaniyê tê gotin ku YNK, bêyî ku rewşa hestyar a Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire û guh bide çaverêkirina xelkê Kurdistanê û îradeya gel, rêkeftin binpê kirin.
Parlamentoya Kurdistanê îro civinek pêk anî û di vê civînê de dengdan bo serokatiya Kurdistanê hat kirin. Fraksîyona YNKê tevî ku berî niha rêkeftin ligel PDK pêk anî bû, beşdarî vê rûniştina parlamentoyê nebû. Di vê civîna ku jibilî YNK û Nifşê Nû hemû fraksîyonên din ên parlamentoyê cihê xwe tê de girtin, Neçîrvan Barzanî bi 68 dengan weke serokê nû yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.
Basnews
