• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî pêşwazî li Patrîkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Luîs Sako kir

Gulan Media August 7, 2023 Nûçe
Serokwezîr Barzanî pêşwazî li Patrîkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Luîs Sako kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Tebaxa 2023an pêşwazî li Patrîkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako û şanda pê re kir ku ji hejmarek metranan pêk hatibû.

Di hevdîtinê de Patrîk Kardînal Luis Sako spasî û pêzanîna xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da, ji bo pêşwazîkirin û piştevaniya ku jê re hatiye kirin û pesnê rewşa pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe derbarê paşvekişandina biryarnameya Serokomariya Iraqê li ser Patrîk Kardînal Luis Sako û Dêra Keldanî nîşan da û hêvî xwest ku ev xeletî were rastkirin.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê weke her car navenda parastina mafên hemû pêkhatan û azadiya olî dimîne û piştgiriya civaka Xiristiyan dike ku ji aliyê hin aliyên bêberpirsiyar ve bi neheqî rastî qirkirina olî tên û berevanî li parastina mafên hemû netew û olan dikin û li dijî guhertina demografî ya bi zorê radiwestin.

 

Basnews

Top