McGurk: Serokên wekî Nêçîrvan Barzanî kêm in
Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de yê berê Brett McGurk li ser hesabê xwe yê Twiterê Nêçîrvan Barzanî ku weke serokê nû yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin hatiye hilbijartin, pîroz kir.
Brett McGurk got: “Ez pîrozbahiyê serokê nû yê Herêma Kurdistanê dikim. Li Rojhilata Navîn serokên wekî Nêçîrvan Barzanî gelek kêm in ku di vê heyama pêwîstî pê heye de.”
Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî ji koma dengên 81 parlemantaran bi dengê 68 parlemanteran weke serokê nû yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.
Rudaw
