• Friday, 13 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û balyozê Beljîkayê civiyan

Mesrûr Barzanî û balyozê Beljîkayê civiyan
Kurdistan û Beljîka têkiliyên xwe bihêztir dikin
Duh Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Beljîkayê yê li Îraq û Urdinê Hendrik van de Velde ku jiber dawî hatina pîwerdariya vî serdana Kurdistanê kiribû.

Di civînê de Mesrûr Barzanî û Hendrik van de Velde li ser rewşa dawî ya li deverê û têkiliyên navbera her du aliyan û hewldanên heyî yên bo çalak kirina Serokatiya Kurdistanê giftûgo kirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî kar û çalakiyên balyozê Beljîkayê yê li Îraq û Urdinê bilind nirxand û hêviya serkeftinê di erkê nû de jê re xwest.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa pêşveçûnên heyî yên li Kurdistanê di warên cuda cuda de û diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ya bo gehêştin bi çareserî ji revahiya kêşeyên heyî di çarçoveya destûrê de kir.

Di beşeke dinya civînêde Hendrik van de Velde aştî û aramiya heyî ya li Kurdistanê bi faktera erênî ya bo berfiretir kirina têkiliyên du alî bi lêv kir û ragihand ku Beljîka amadeye di warên cude cuda de piştîwanî û hevkariya Kurdistanê bike û hêviya pêşkeftina zdêtir ji Kurdistanê re û hêviya serkeftinê jî bo Mesrûr Barzanî di Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de xwest.

Top