• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî hevdîtinek li gel konsolê Filistînê pêk anî

Serok Barzanî hevdîtinek li gel konsolê Filistînê pêk anî
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî, Nêçîrvan Barzanî ku weke serokê nû yê Kurdistanê hat hilbijartin, pîroz kir.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî, li ser hesabê xwe yê medya civakî (Facebook) belav kir û ragihand ku îro peywendiyeke telefonî li gel Nêçîrvan Barzanî ku îro weke serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin encam da.

Helbusî diyar kir ku di vê peywendiya telefonî de, di erkê wî yê nû de serkeftin bo Neçîrvan Barzanî xwestiye û pîrozbahiya xwe aniye ziman.

Di civîna îro ya parlamentoya Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî weke serokê nû yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.

Basnews
Top