• Wednesday, 18 February 2026
logo

Viyan Dexîl: Doza Şengalê mesela Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî ye

Gulan Media August 6, 2023 Nûçe
Viyan Dexîl: Doza Şengalê mesela Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî ye

Viyan Dexîl dibêje dosyaya Şingalê bûye dosya Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye û pirsa êzdiyan pirsa Kurdistanê ye.

Berdevka Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Iraq ji destpêka karesata Şingalê ve ti helwestek li hember karesata Şingalê negirtiye Hikûmeteke ku giringiyê bi wê dosyeya karesata Şingalê nedaye. Êzidiyan ger Iraqê bala xwe bidaya doza êzidiyan êzîdî nedigihîşta vê qonaxê.”

Viyan Dexîl dibêje: “Pirsgirêka êzdiyan pirsa Kurdistanê ye, doza Kurdistanê ye, xwîna me yek e, em gelê Kurdistanê ne, Şingal ji bo Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi qasî doza Enfalê girîng e û weke kîmyabarana Helebceyû doza Herêma Kurdistanê ye.”

Di berdewamiyê jî de Viyan Dexîl dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû pêngav ji bo baştirkirina jiyana êzdiyan avêtine, ji wan jî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê, lê mixabin Bexda li ser wê rêkeftinê tevnegeriya û got: “Hêzên derve ji Şingalê derkevin, da ku Şingal aram bibe û xelk bi aram bijîn. Şingalî dikarin Şengalê biparêzin, mixabin bandora navxweyî ya Iraqê û bandora herêmê ya li ser Iraqê bûye sedem ku Iraq nekariye rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê cîbicî bike.”

 

Basnews

Top