Şandeke hikûmeta Sûriyeyê çû serdana Hesekê
Şandeke ji wezaretên hikûmeta Sûriyeyê, li gor gotina wan ji bo alîkariyê çûn serdana Hesekê.
Şanda wezaretan, ji Wezîrê Rêveberiyên Navxweyî û Jîngehê Endeziyar Hisên Mexlûf, Wezîrê Samanên Avê Dr. Temmam Reid û Cîgirê Wezîrê Çandiniyê Dr.Fayiz El-Miqdad pêk dihat.
Ajansa fermî ya Sûriyê ya nûçeyan ragihand ku şanda navborî bi çend saz û dezgehan re hevdîtin pêk aniye.
Li gor nûçeyê şanda hikûmeta Sûriyeyê li Hesekê bi rêveberên sazî, parlamenterên parêzgehê, nûnerên partiyên Eniya Niştimanî, saziyên sivîl û sandîkeyan re civiyan.
Hat gotin ku di civînan de rewşa xizmetguzarî û pêdawîstiyên sereke û binpêkirinên li dijî welatiyan gotûbêj kirin.
Li gor nûçeyê hikûmeta Sûriyeyê tekez kir dê bi hemû derfetên xwe alîkariya parêzgehê bike.
Rudaw
