• Friday, 13 February 2026
logo

Qubad Talebanî pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî kir

Qubad Talebanî pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî kir
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi helkefta hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê, bi peyamekê pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî kir.



Qubad Talebanî di twîttekê de ragihandiye:"Pîrozbayiyê li birêz Nêçîrvan Barzanî dikim, bi helkefta hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê."



Qubad Talebanî dibêje: “Cihê şanaziyê bû ku me pênc salên dijwar bi hev re derbas kir, piştrast im ku jêhatîbûn û lênihêrîna wî , serkevtina di erkê wî yê giran de ku beşek dibe ji rêxistina navmala Kurd, misoger dikin.”



Îro Sêşemî 28ê Gulana 2019ê, berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi piraniya dengên parlamenteran weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.



Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de, 82 parlamenter amade bûn û Nêçîrvan Barzanî ji aliyê parlamentoyê ve bi 68 dengan weke serokê nû yê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.

Rudaw
Top