Rûsya dijî grubên ser bi Tirkiyê alîkariya YPGê dike
Li gor nûçeya rojnameya Şerqulewsetê, artêşa Rûsyayê û YPGê rêkeftin kirine li ser damezrandina sê xalên çavdêriyê li Tel Rifet û belav kirina karwanên leşkerî li navçeyên navbera artêşa Tirkiyê û YPGê li bakurê Helebê.
Rojnamê ji çavkaniyek kurd a li Rojavayê Kurdistanê ve veguhestiye ku Rûsya ti demekê dest ji Tel Rifet bernade û ji Tirkiyê re bê beramber nahêle.
Damezrandina sê xalên çavdêriyê ji aliyê Rûsyayê ve bo YPGê, piştî ku Tirkiyê çekên pêşketî da grubên tundrê yên opozîsyona Sûriyê ya nêzîkî xwe pêkhat.
basnews
