• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Hîndistanê ji ber şimitîna erd û pêk hatina hezazê, 3 kes mirin, 17 kes jî winda bûn

Gulan Media August 5, 2023 Nûçe
Li Hîndistanê ji ber şimitîna erd û pêk hatina hezazê, 3 kes mirin, 17 kes jî winda bûn

Hat ragehandin, li ser rêya Kedarnath Yatra ya eyaleta Uttarakhand a li bakurê Hîndistanê, di encama pêk hatina hezaz û şimitîna erd û axê de, li gor daneyên destpêkê 3 kesan canê xwe ji dest dan û 17 kes jî windane.

Li gor nûçeya Times a Hîndistanê, duh bi şev, di rêya Kedarnath Yatra ya li quntarên çiyayên Hîmalaya, di encama baranên tund de, erd şimitiye.

Rayedarên eyaletê ragehandin, di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku serê sibê destpê kirin de, ji wan 20 kesên ku di encama şimitîna axê de winda bûne û di nava wan de 5 zarok jî hene, termê 3 kesan peyda kirine.

Rayedaran diyar kirin ku li herêma ku bi Perestgeha Kedarnath a li ser rêya Xaçê ya Hîndû tê naskirin, 2 malbatên Nepalî yên li herêmê dijîn jî di nava windahiyan de ne.

Polîsên herêmê ragehandin ku wan hîn cihê kesên winda bûne tespît nekirine û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, berdewam dikin.

 

Basnews

Top