• Saturday, 14 February 2026
logo

HDPê piştevaniya xwe bo partiyên PSK û PAKê ragihand

HDPê piştevaniya xwe bo partiyên PSK û PAKê ragihand
Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) piştevaniya xwe bo partiyên Kurdistanî yên ku metirsiya hilweşandina wan heye, ragihand.

Mideyekî beriya niha serdozgeriya komarî ya Tirkiyê, bi hêceta hebûna peyva “Kurdistan” di nav navên 4 partiyên Kurdistanî de (PAK, PSK, KKP, PDK-T) daxwaza hilweşandina wan partiyan kiribû.

Serokê PSK Mesûd Tek û Serokê PAKê Mistefa Ozçelîk duhî li navenda giştî ya HDPê li Enqerê bi hevseroka HDPê Pervîn Bûldan re hevdîtin kirin û daxwaz ji HDPê kirin piştevaniya wan bike.

Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan jî ragihand, ew li dijî hilweşandin û girtina wan partiyan e, bo wê jî çi ji destê wan were dê bikin.

Basnews
Top