Akar: Amerîka ji rêkeftinê vekişe em dê cîhana xwe ava bikin
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, mijara kirîna sîstema berevaniya esmanî ya S-400 ji Rûsyayê û egera radestnekirina firokeyên F-35 ji aliyê Amerîkayê ve nirxand.
Akar da zanîn ku Tirkiyê derbarê F-35an de erkên xwe cîbicîh kirine û got: “Em dibên di vê rêkeftinê de eger aliyek S-400an bikire gelo ji rêkeftinê tê derxistin, dibêjin na. Amerîka ji rêkeftinê vekişe em ê cîhana xwe ava bikin.”
Akar diyar kir ku pêdiviya Tirkiyê bi sîstema berevaniya esmanî heye û got: “S-400 bi awayekî hatin destnîşankirin. Piştî hinek kar û baran bû. Yekser derneket holê. Li Tirkiyê saziyên peywendîdar û wezaraten hinek krîter diyar kirin. Em bi van krîteran ketin rê. Bi hevre berhemanîn heye, hawirdekirin heye. Ev rêkeftin hat îmzekirin û bi dawî bû. Serokkomarê me jî gelek caran ev yek dubare kir.”
Akar da zanîn ku hevdîtinên wan ên ligel Amerîkayê berdewam in û got: “Em dibêjin F-35 û S-400 nêzîkê hev in. Grûpeke kar, NATO, bi rêya şandên dualî em li ser van mijaran biaxifin, nîqaş bikin. Ji ber ev bo me pêdiviyeke.”
Rudaw
