• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê li sînorê Şingalê ragihand

Gulan Media August 4, 2023 Nûçe
Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê li sînorê Şingalê ragihand

Dezgeha Îstixbaratê ya Tirkiyê kuştina berpirsekî PKKê li sînorê qezaya Şingalê ragihand.

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, Dezgeha Îstixbaratê ya Tirkiyê eşkere kiriye ku di operasyonekê de Yilmaz Bayram yê bi nasnavê Egîd Gever li sînorê Şingalê kuştine.

Li gor medyaya Tirkiyê, Egîd Gever berpirs bûye di dabînkirina çek û teqemeniyan de ji bo PKKê û li Iraq û Sûriyê çalakiyên hestyar encam dane.

Her wiha hatiye diyarkirin ku Egîd Gever ji sala 2010an ve tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê  (PKK) bûye.

 

K24

Top