• Saturday, 14 February 2026
logo

Davutoglu: Divê em hevxemên Kurdên Iraq û Sûriyê jî bin

Davutoglu: Divê em hevxemên Kurdên Iraq û Sûriyê jî bin
Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglu ragihand ku divê ew hevxemên azarên Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û Iraqê dijîn bin.



Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglu îro Duşemê (27.05.2019) li Amedê beşdarî bernameya fitara ji aliyê Platforma Pira Dilan hatibû sazkirin bû û têde gotarek pêşkeş kir û got: “Deynê stûyê me ye ku em xwuşk û birayên xwe yên Amedî hembez bikin.”



Ahmet Davutoglu wiha axivî: “Em dixwazin xwuşk û birayên me yên derveyî sînorê me ku ji kijan nijad û mezhebê bin bila bibe, bila bi awayekî aram bijîn. Ez dixwazim dîsa bibêjim Kurdên li Sûriyê û Iraqê dijîn û yên me ku dîrokeke wan a hevbar heye, divê em her tim eş û azarên wan ji xwe re bikin xem.”



Davutoglu anî ziman ku eger xelkê Hewlêr, Silemanî û Kerkûkê birçî razin ew şev ji me re herama ku em bi zikê têr razin û got: “Di dema ku ew tî û birçî bin û pêdiviya wan bi alîkariyê hebe, wek 82 milyon em dê bêjin em li vir in.”



Serokwezîrê Tirkiyê yê berê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di jiyana xwe de yek ji serpêhatiyên ku pê şanaziyê dikim ew bû ku, dema ku sibekê bi biryareke lez çûme Kerkûkê û birayên Kurd, Tirkmen û Ereb bi hev re pêşwaziya min kirin û li Encumena Kerkûkê em di civîneke hevpar de hatin ba hev.”



Davutoglu herwiha got: “Tiştê ku li me tê ew e ku, em Kerkûk, Hewlêr, Konya û Uskupê bikin warê aşitiyê”

Rudaw
Top