Babekir Zêbarî: PKK li hember aramiya Başûrê Kurdistanê pirsgirêkek mezin e
Fermandeyê Pêşmerge û sererkanê berê yê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî ji BasNewsê re got, çalakî û êrişên DAIŞê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê zêde bûne û roj bi roj jî zêde dibin.
Babekirê Zêbarî her wiha got, dema hêzên Pêşmerge li wan deveran bûn DAIŞê nedikarî tiştekî bike lê piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017 û bicîhbûna hêzên Iraqî li wan deran, DAIŞ dîsa xurt bû. Ev jî nîşan dide ku hêzên Iraqî nikarin bi tenê wan deran kontrol bikin.
Fermandey Zêbarî da xuyakirin ku divê operasyonên bilez li dijî DAIŞê bên kirin û got, eger bi lez operasyon neyê kirin dê rewş gelekî alozitir bibe. Ji ber wê jî ez ji serokwezîrê Iraqê daxwaz dikim di demek kurt de hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hev re odeya hevbeş ya operasyonan pêk bînin û dest bi operasyonan bikin.
Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku divê Pêşmerge hişyar be û got, DAIŞê nekarî dewletê ava bike ji ber wê jî niha taktîkên xwe guherîne û şerê partîzanî dikin. Divê DAIŞ her dem wek metirsiyek cidî were dîtin.
Babekir Zêbarî behsa hevgirtina hêzên Pêşmerge jî kir û got, ji bona ku em bi hêztir bibin li hember DAIŞ û terorê divê em bibin yek û pêşmergeyên me jî bibin yek hêz. Serok Mesûd Barzanî dikare roleka aktîf û bi bandor di vê mijarê de bilîze. Ji xwe yek ji armancên serekî yên Serok Barzanî çêkirina hêzeka niştimanî ye.
Sererkanê berê yê artêşa Iraqê li ser hebûna hêzên PKKê li Başûrê Kurdistanê bi taybet li Şingalê jî got, PKK bûye pirsgirêkek mezin li hember aramî û ewlehiya Kurdistanê. PKK bo xirakirina aramiya Kurdistanê, çi ji dest tê, dike. PKK ji gelek hêzên radîkal xirabtir e bo Herêma Kurdistanê, ji ber ku ew bi navê kurdiniyê dikin û behaneyan didin destê Tirkiyê û dibin sebeba topbaran û bordûmankirina Kurdistanê. Ew ji sala 1992 ve heta niha naxwazin dest ji Başûrê Kurdistanê bînin.
Basnews
