• Saturday, 14 February 2026
logo

Fransa li dijî biryara dadgeha Iraqê bo bidarvekirina 3 welatiyên xwe derket

Fransa li dijî biryara dadgeha Iraqê bo bidarvekirina 3 welatiyên xwe derket
Wezareta Derve ya Fransayê derbarê bidarvekirina 3 welatiyên xwe yên endamê DAIŞê li Iraqê ragihand, weke prensîp Parîs li dijî bidarvekirinê ye û dê “rêkarên pêwîst” bikar bîne jibo ku vê helwesta xwe bigihîne desthilatdarên Iraqê.



Di daxuyaniyekê de, Wezareta Derve ya Fransayê daye xuyakirin: “Fransa weke prensîp li dijî bidarvekirinê di her demî de û li her cihekê ye” û tekez kiriye, têkildarî mijara bidarvekirina 3 welatiyên Fransî li Iraqê, “Balyozxaneya Fransa ya li Iraqê rêkarên pêwîst pêk tîne, daku vê helwesta xwe ya neguher bigihîne desthilatdarên Iraqê.”



Berpirsekî dadweriyê yê Iraqî ragihand, roja yekşemiyê dadgehekê li Bexda ya paytexta Iraqê, bo cara yekem biryara bidarvekirinê derbarê 3 welatiyên Fransî yên endamê rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) da.



Wî rayedarê dadweriya Iraqê ragihandiye, ew sê welatiyên Fransî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk ve li Sûriyê hatibûn girtin û di meha Sibata îsal de li gel 9 welatiyên din ên Fransî bo Iraqê hatibûn veguhastin

Rudaw
Top