• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîka, HSD û Tirkiye ji bo 'navçeya aram' dest bi gotûbêjan kirine

Amerîka, HSD û Tirkiye ji bo 'navçeya aram' dest bi gotûbêjan kirine
Navçeya Aram û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ketiye nav gotûbêjên Amerîka, Tirkiyê û HSDê. Hinek çavkaniyên medyayê ragihandine, bi navbeynkarî û serperiştiya Waşingtonê, danûstandin di navbera nûnerên HSDê û nûnerên Tirkiyê de têne encamdan. Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Navçeya Aram û hewlên Amerîka û Tirkiyê di vî warî de, di nav de jî helwesta Rêveberiya Xweser li beramber vê yekê, bûne beşek ji dosyeyên ku li ser asta medyayê têne behskirin.



Zanyariyên ku hatine ragihandin nîşanê bi wê yekê didin, ku li Washintonê nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê ligel hinek berpirsên Tirkiyê civiyane, da ku paşeroja navçeya bakur û rojhilatê Sûriyê gotûbêj bikin.



Li gorî zanyariyan, ew danûstandin bi fermî nehatine eşkerekirin, lê hewl têne dan ku pirsa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Navçeya Aram bi awayekî bêne yekalîkirin, ku li gorî berjewendiyên Amerîka û Tirkiyê bin û hevpeymanên Amerîka wate HSDê û Rêveberiya Xweser jî parastî bin.



Li gorî wan zanyariyan, daxuyaniyên herî dawî yên rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê, Ebdulla Ocelan, rê li pêş hevdîtinan, di navbera HSDê û berpirsên Tirkiyê de, xweş kiriye. Ew hevdîtin bi serperştiya Amerîkayê têne kirin, armanc jê, peydakirina çareseriyên guncaw û yekalîkirina pirsên girêdayî navçeyê ne.



Bi nerîna hinek şirovekarên siyasî, ev gava HSDê li jêr bandora lêdwan û daxuyaniyên dawî yên Ebdulla Ocelan e, ku êdî egera wê yekê heye rê li ber danûstandinên HSDê û Partiya Yekîtiya Demokraîtk PYDê ligel Enqereyê xweş bike. Tevî ku bi fermî ti danûstandinên yekser û eşkere di navbera herdu aliyan de nehatine kirin.



Her li gorî zanyariyan, Tirkiye daxwaz dike ku hêzên HSDê ji Reqa û Minbic, weke du navçeyên Erebî, vekişin û wan navçeyan radestî grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê bikin. Li hember vê yekê jî, Tirkiye wê bi mana hêzên HSDê, li deverên din ên bakur û rojhilatê Sûriyê razî dibe.



Nûnerê taybet ê Amerîka ji bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey gotiye: Hewlên Amerîka ji bo çareserkirina pirsgirêkan ligel Tirkiyê berdewam in, da ku paşerojeke ewle ji bo rojhilatê Ferat bê misogerkirin.



Tekezî li ser wê yekê jî kiriye ku Amerîka rê nade ti êrîş li dijî hevpeymanên wê ji HSDê û Rêveberiya Xweser bê encamdan, bi wateya ku çareyên guncaw ji bo paşeroja navçeyê bêne dîtin, bi awayekî ku berjewendiyên Tirkiyê û hevpeymanên Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parastî bin.

Rudaw
Top