• Wednesday, 18 February 2026
logo

Siûdî û Kuweytê ji Îranê re: Zeviya Dorra ya me ye

Gulan Media August 3, 2023 Nûçe
Siûdî û Kuweytê ji Îranê re: Zeviya Dorra ya me ye

Erebistana Siûdiyê û Kuweytê ragihandin ku ew take xwediyên wê zeviya gazê ne ku Îran jî idia dike ya wê ye.

Zeviya gazê ya di nav deryayê de ku li Îranê wek Areş û li Kuweyt û Erebistana Siûdiyê wek Dorra tê naskirin, demeke dirêj e bûye xala nakokiyê di navbera her sê welatan de.

Desthilatdarên Kuweytî û Erebistana Siûdiyê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin ku tenê ew xwedî mafên wê yekê ne ku weberhêna gazê li wê zeviyê bike.

Li gor Ajansa Fermî ya Erebistana Siûdiyê her du welatên Ereb ên Kendavê "bangên xwe yên berê bo Komara Îslamî ya Îranê bi armanca destpêkirina danûstandinan ji bo diyarkirina sînorên xwe yên deryayî dubare kirine.

Îran û Kuweyt çend sal in danûstandinê li ser diyarkirina sînorî xwe yê deryayî dikin lê heta niha li hev nekirine.

 

Rudaw

Top