• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Kobaniyê 133 hezar ton genim ji cotkaran hatiye kirîn

Gulan Media August 3, 2023 Nûçe
Li Kobaniyê 133 hezar ton genim ji cotkaran hatiye kirîn

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, wergirtina genim ji cotkaran rawestandiye, bepirseke wê jî got ku tenê li Kobaniyê 133 hezar ton genim, ji cotkaran hatiye wergirtin.

Hevseroka Kompaniya Pêşxistina Civaka Çandniyê ya Kobaniyê Gulistan Şêx Ehmed derbarê wergirtina gemim de daxuyanî da medyaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

Gulistan Şêx Ehmed got, wan îsal 133 hezar ton genim ji cotkaran kirî ne û beşek jê di sayloyên Çelebiye, Rûvî, Sirîn û meydanên wan de û beşeke din jî ku nêzîkî 40 hezar ton in ji bo sayloyên Minbic, Hesekê û Reqayê hatine şandin.

Wê berpirsa Rêveberiya Xweserê herwiha got jî di demeke nêzîk de pereyên genim yê hemû cotkran tê dayîn.

Li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser pêwîstiya navçeya wan, ji bo ard û tov bi 60 hezar ton genim heye.

 

Rudaw

Top