• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Denmarkê Quran hat şewitandin

Gulan Media August 3, 2023 Nûçe
Li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Denmarkê Quran hat şewitandin

Li ber avahiya Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Kopenhagê ya paytexta Denmarkê Quran hat şewitandin.

Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê ragihand li Kopenhagê ya paytexta Denmarkê endamên grûpa Danske Patrioter (Nîştimanperwerên Denmarkî) li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê Quran şewitand.

Grûpa Danske Patrioter (Nîştimanperwerên Denmarkî) grûpeke rastgir û nijadperest e.

Li gor Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê, Quran di bin parastina polîsên Denmarkê de hatiye şewitandin.

Çalakvanan di dema çalakiyê de dirûşmên li dijî Îslamê gotine û wan banga boykotkirina berhemên Tirkiyeyê kiriye.

Endamên heman grûpê 22yê meha borî li ber Balyozxaneya Iraqê ya Kopenhagê jî Quran şewitandibû.

 

Rudaw

Top