Ebdulmehdî nameyek veşartî bo Heşdî Şeibî rêkir!
Li gor nûçeya çapemeniy aIraqê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî nameyek îro 27.05.2019ê jib o rêveber û berdevkê wan milîsan rêkiriye û di wê nameyê de Ebdulmehdî du daxwazên serekî ji wan hêzên milîs kirine ku ew jî waha ne:
- Nabe bi ti awayekî daxuyaniyên siyasî bidin. Bi taybet jî daxuyaniyên peyvendiya xwe bi Lubnan, Behrên û Siûdiyê ve hebin.
- Deriyê wergirtina xwebexş a nav rêzên Heşdî Şeibî jî hatiye daxistin.
Heşdî Şeibî zêdetir ji 60 hêzên milîsî yên tayfeyî ya şîe ne û piştî vekêşîna artêşa Iraqê û şikesta wê ya sala 2014ê li hember DAIŞê, bi fetwaya merciyê bilind ê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî ve hate damezrandin.
Basnews
