Hêzên Îranî şerê hev kirin û 4 kes hatin kuştin
Jêder behsa vê yekê kirin ku beriya du rojan hêzên sînorparêz yên Îranê li devera Şîniek ya ser bi Pîranşarê ketine kemîna hêzeke din ya leşkerî a Îranê û di navbera wan de pevçûn qewmiye û di encama pevçûnê de herî kêm 4 endamên hêzên sînorparêz yên rejîmê hatine kuştin.
Jêder behsa vê yekê kirine ku bûyer bi şew qewmiye û hêzên rejîma Îranê bi şaşî şerê hev kirine jiber hêza ku ketiye kemînê ji aliyê hêzên ku kemîn danîne, weke hêzên Kurdî hatine hesbandin jiber vê yekê şerê wan kiriye.
