Sûdanî: Budceya vê mehê ya Herêma Kurdistanê hate şandin
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, pişka vê mehê ya budceya Herêma Kurdistanê hate şandin.
Her wiha ragihand, Herêma Kurdistanê rojane 55 hezar bermîl petrol ji bo bikaranîna navxweyî dide Hikûmeta Iraqê.
Serokwezîrê Iraqê eşkere kir, li ser asta ewlehiyê, hevahengiyeke mezin di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye û karîne grûpeke mezin a spîkirina pereyan li Hewlêrê desteser bikin.
Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, yek ji wan endamên grûpê, bi heman tometê ji sala 2001an ve sizayê zindanîkirina heta hetayê bi ser wî de hatiye sepandin.
K24
