Bahçelî ferman da nîjadperestan: Ji kurdan re bêjin HDP nûnertiya we nake!
Li gorî medyaya Tirkiyê, serokê giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li ser hilbijartinên serokatiya şaredariya Stenbolê, ku 23 Hezîrana îsal dubare dibin, bi rayedar û endamên partiya xwe re civiyaye û ji wan xwastiye mal bi mal bigerin û ji namzedê AKPê yê Stenbolê Bînalî Yildirim re dengan kom bikin.
Li gorî agahiyan, Devlet Bahçelî behsa kurdan û HDPê jî kiriye û gotiye, di xebatên hilbijartinan de ferqê nexin navbera kurdan û tirkan û ji kurdan re jî bêjin ku HDP ne partiya we ye, ji ber ku ew partî bi kurdan dilîze!
MHP di hilbijartinên 31 Adarê de bi AKPê re “Tifaqa Cumhûr” pêk anîbûn. Piştî ku komîsyona hilbijartinan biryar da hilbijartinên Stenbolê dubare bibin, MHP da xuyakirin ku dê dîsa jî piştevaniya namzedê AKPê Bînalî Yildirim bike.
Basnews
