• Saturday, 14 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Iraqê: Emê piştevaniya Îranê bikin

Wezîrê Derve yê Iraqê: Emê piştevaniya Îranê bikin
Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm ragihand, ew li dijî dorpêçên li ser Îranê ne û dê li hember dorpêçan piştevaniya Îranê bikin.

Îro li Bexdayê, Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm pêşwazî li hevtayê xwe yê Îranî Mihemed Cevad Zerfî kir. Piştî civînê her du wezîran daxuyaniyeka rojnamevanî dan.

Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Hekîm li ser dorpêçên Amerîka yên li ser Îranê got, Iraq amade ye rola navbeynkariyê di aloziyên navbera Îran û Amerîka de bilîze.

Mihemed Hekîm her wiha got, dorpêçên li ser Îranê bi sûda deverê nabe ji ber wê jî Iraq li dijî wê yekê ye û dê piştevaniya Îranê bike.

Basnews
Top