• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rêveberekî Gorran: PKKê tîmên perwerdebûyî yên kiryarên terorîstî li Herêma Kurdistanê ava kiriye

Gulan Media August 1, 2023 Nûçe
Rêveberekî Gorran: PKKê tîmên perwerdebûyî yên kiryarên terorîstî li Herêma Kurdistanê ava kiriye

 Sala 2019ê PKKê hêzeke bi navê ‘’Parastina Cewherî ya Kurdistanê’’ ava kir, ku piraniya wan xelkê sînorê binarê Qendîl, Germiyan û Silêmaniyê bûn. Ew hêz xwedê girawî PKKê ji bo Başûrê Kurdistanê ava kiriye, lê wek hêzên din ên PKKê li Qendîlê bûn, piştî rahênan û perwerdeyê ji aliyê tîmeke taybet li ser Başûrê Kurdistanê, naha ew hêz ji aliyê PKKê ve bo kuştina xelkê li Başûrê Kurdistanê tê bikaranîn. Vê derbarê de rêveberekî Gorran jî zanyariyên zêdetir aşkera kir.

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Dilşad Reşîd Mela ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKKê hêza parastina cewherî ya Kurdistanê di sala 2019ê de ava kiribû, naha bi awayekî cuda bidizî ve ketiye nav Kurdistanê û navçeyên din. Armanc kuştina wan kesane ye ku PKK dixwaze wan ji holê rake û di çend rojên borî de, PKKê endamekî berê yê encûmena asayîşê li Zaxo teror kir. Êdî PKK vê siyasetê wek zincîrekî bikartîne û her diçe ew terore jî zêde dibe.’’

Herwaha got: ‘’Ew hêza PKKê ya hatiye perwerdekirin û zanyariyan li ser gelek kesayetiyên Başûrê Kurdistanê heye, bi taybet xelkê di karê ewlehî de cîh digre bi armanca kuştina wan ew hêz bikartê. Ew hêz diyare ji aliyê hin xelkên li Başûrê Kurdistanê ve hatine perwerde kirin û zanyarî ji wan re tê dayîn.’’

Endamê Cıvata Giştî ya Gorran diyar kir: ‘’Ev hêz bi awayekî veşartî kar dikin, li Silêmaniyê PKK herkesekî ku bixwaze dike armanc û teror dike. Li Duhokê jî ev çend care xelk tê teror kirin, carekî rêveberê berê yê asayîşa Zaxo ku bi Kannasê hate kuştin, çend roj berî naha jî berpirsekî berê yê encûmena asayîşê her li Zaxo hate teror kirin. Çend sal berî naha jî li resturanta Hoqebaz a Hewlêrê kesek bi navê Osman Kose kuştin. Ev bûyerane bandora wan gelek hebûye û tirs nav xelkê de belav dike. Bi taybet hêzên çekdar ên PKKê, ku her diçe dibe metirsî li ser hin kesayet û xelkê hêzên ewlehiyê û leşkerî de cîh digrin.’’

 

Basnews

Top