Çîn...Li Pekînê ji ber barînên zêde ya baranê, 11 kes mirin
Li paytexta Çînê Pekînê, ji ber barîna baranên tund, 11 kesan canê xwe ji dest dan, 27 kesên ku winda bûne jî xebatên lêgerînê ji bo peyda kirina wan berdewam dike.
Baranên tund yên li paytexta Çînê Pekînê, li gelek herêmên wî welatî jiyan di warê neyînî de bandor dike.
Di daxuyaniya Rêveberiya Bajarê Pekînê de hat ragihandin ku 2 kesên li cihên cuda yên paytextê tevlî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne jî di nav de, 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, 27 kes jî winda ne.
Hat diyar kirin ku ji 27 windayan 4 jê endamên tîma rizgarkirinê ya ‘’ Blue Sky " a ku li gundekî navçeya Fangşan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dimeşandin, herwaha ji bo tespît kirina nasnameya kesên din jî xebat didomin.
Heta niha li 13 herêmên paytextê 44 hezar û 673 kes ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê bandor bûne, li Pekînê jî 127 hezar kes ji bo cihên bi ewle hatine veguhastin.
Basnews
