Berdevkê kempîna Xurmalê: Spasiya Mesrûr Barzanî dikin, bi xemxwarî daxwazên Xurmalê pêşwazî kir
Berdevkê helmet û kempîna Xurmalê behsa giringiya biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike ku Xurmal bibe qeza û amaje bi wê yekê jî dike ku daxwaz dikin bi rijdî kar li ser avadanî kiirn û gehandina xizmetguzariya zêdetir bo Xurmalê bê kirin.
Berdevkê kempîna Xurmalê Emîn Hacî Zelmî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pîrozbahî li xelkê Xurmalê dikin, em bi awayê bi dil û xwebexş me saleke ev kempîne ragehandiye, ku hemû çînên Xurmalê di nav de bûn. Destxweşiyê li birêz Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dikin, bo vê biryara qezabûna Xurmalê û îro roja xweşî ya xelkê Xurmalê ye û em piştrastin hemû Xurmalî destxweşî û pesnê vê biryarê dikin. Xurmal di dîroka xwe de tejî ye li destan û berxwedan û landika şoreş û wêje û rewşenbîriyê û di wan wara de asteke baş a vî bajarî heye.’’
Herwaha got: ‘’Daxwaza me li Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar û ronî bû, dema Serokê Hikûmetê bersiva daxwazên xelkê Kifrî da, vê em jî keyfxweş kir, ji ber ku daxwazên xelkê Kifrî hatin cîhbicîh kirin, dê yên me jî bên cîhbicîh kirin. Îro rojeke giringe ji bo Xurmaliyan û tişta hatiye kirin berhemê wê westandinê bû ku ji bo xelkê bajar me pêkanî.’’
Emîn Hacî Zelmî diyar kir: ‘’Me daxwaz kiriye îro bibe roja Xurmal, ku fermana bi qezabûna bajar ji aliyê Serokê Hikûmetê ve derketiye. Ev jî dê paşerojê de tevgera bazirganî û aborî û rewşenbîrî û hemû sektorên din de jî li bajar dê giringiya xwe hebe.’’
Berdevkê Kempîna Xurmal: Emîn Hacî Zelmî
