• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hevdestî: Leşkerên Tirkiyeyê îsal 11 Sûriyeyî kuştine

Gulan Media August 1, 2023 Nûçe
Hevdestî: Leşkerên Tirkiyeyê îsal 11 Sûriyeyî kuştine

Saziya Hevdestiyê ragihand ku ji destpêka sala îsal ve “11 koçberên Sûriyeyî li bakurê Sûriyeyê” hatine kuştin.

Damezrênerê Saziya Hevdestiyê Izedîn Salih li ser Twitterê belav kiriye ku ji destpêka sala 2023an ve, wan kuştina 11 kesan a li bakurê Sûriyeyê belge kiriye û di nava wan de zarokek heye.

Izedîn Salih herwiha diyar kir ku zêdeyî 16 kesan jî birîndar bûne.

Li gorî heman çavkaniyê, li koçber û penaxwazên Sûriyeyê ku wan hewl daye bi awayekî ne yasayî derbasî Tirkiyeyê bibin gule hatine reşandin an jî li dijî wan hêz hatiye bikaranîn.

Bi gotina Izedîn Salih şkence jî li koçberan hatiye kirin.

Izedîn Salih herweha got, fermandarên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê, karê qaçaxçîtiyê dikin û li hemberî pereyan wan bi awayekî ne yasayî derbasî Tirkiyeyê dikin.

Li gorî heman saziyê, sala 2022an li navçeya Serê Kaniyê û Girê Spî di navbera grûpên çekdar de zêdeyî 12 caran şer çêbûye.

 

Rudaw

Top