• Saturday, 14 February 2026
logo

Hejmarek Erebên hawirde ji Efrînê derketin

Hejmarek Erebên hawirde ji Efrînê derketin
Hejmarek Erebên hawirde ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê derketin û vegeriyan navçeyên xwe li Xûteya rojhilat.



Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re da zanîn ku doh Şemiyê (25.05.2019) hejmarek Erebên hawirde ji taxa Mehmûdiyê ya Efrînê derketine û vegeriyane Xûteya rojhilat.



Wê Çavkaniya taybet a Rûdawê diyar kir ku piştî ew koçber rewşa xwe ligel hikûmeta Sûriyê çareser dikin, vedigerin Xûteya rojhilat.



Li gor heman çavkaniyê, beşek ji Erebên hawirde ku sivîl bûn rewşa xwe ligel hikûmeta Sûruiyê çareser dikin û vedigerin cihê xwe.



Herwiha diyar kir ku beşeke zêde ya Erebên Xûte yên ku li Efrînê hatine niştecîkirin, dixwazin vegerin gund û bajarokên xwe ji ber ditirsin ku mal û milkên wan li Xûteyê ji destê wan biçin.


Rudaw
Top