• Wednesday, 18 February 2026
logo

11 welatiyên Kurd hatine îdam kirin

Gulan Media August 1, 2023 Nûçe
11 welatiyên Kurd hatine     îdam kirin

Di nava mehekê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê raportek belav kiriye û têde behsa hijmara wan welatiyên Kurd dike ku, di Tîrmeha 2023an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku, di nava Tîrmehê de rejîma Îranê li bajarên curbicur yên Rojhilatê Kurdistanê gelek welatiyên Kurd binçav kiriye û çarenivîsa gelek ji wan girtiyan jî hîn nediyare.

Di beşeke din ya vê raportê de behsa hijmara îdam kiriyan hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku, di Tîrmehê de 11 welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine îdamkirin.

4 ji wan girtiyên Kurd li Başûrê Îranê li ber çavên xelkê hatine darvekirin.
 

Top